Serok Barzanî: Eger îrade nemîne tişteke din namîne.

Serok Barzanî di ahenga girseyî ya PDK de beşdar bû.
کوردستان TV
100%

Aheng li quntarê çiyayê Sefînê hate organîzekirin.

Îro li quntarên çiyayê Sefînê bi minasebeta 63mîn salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê, ahengeke mezin ya girseyî bi beşdariya Serok Barzanî hate organîzekirin.

Di ahenga han de çend çalakiyên curbicur hatin lidarxistin û salvegera şoreşa Îlonê hate pîrozkirin.

Piştî re Serok Barzanî jî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, çavkaniya îradeya me ji şoreşa Îlonê ye û eger îrade nemîne tişteke din jî namîne.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, şoreşa Îlonê şoreşeke siyasî, çekdarî û civakî bû ku, doza gelê Kurdistanê ji cîhanê re da nasîn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.