2 leşkerên Îsraîlî canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, îro danê sibê koptereke artêşê dema dixwest biçe navçeya Refeh ya li Başûrê Xezeyê daku, leşkerekî birîndar bo nexweşxaneyê veguhêze, di dema daketinê rastî kêşeyekê hatiye û ketiye erdê.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kiriye ku, di encama bûyera han de 2 leşker canê xwe ji dest dane û 7 leşkerên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin