Peyama Serok Barzanî bo salvegera şoreşa Îlonê

dibêje şoreşa Îlonê bo şoreş û xebatên gelê Kurdistanê bo îlhameke bihêz.
کوردستان TV
100%

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa mezina Îlonê bi Rêberiya Barzaniyê Nemir, ji bo berevanîkirin û çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê mezintirîn şoreşa seranserî, siyasî û çekdariya girseyî ya Kurdistanê bû.

 Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo takê Kurd vegerand û ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ya li dijî stem û dagîrkeriyê, bû bingeheke bihêz ya siyasî, rêxistinî û grseyî .

Şoreşa Îlonê bi destan û berxwedan Serkirdayetî, Pêşmerge û xelkê ve doza rewaya gelê Kurdistanê çend pêngaw ber bi pêş ve bir û ji bo qonaxên dinê xebata gelê Kurdistanê, bû îlhambexşê xebat û têkoşînê.

Di bir anîna 63mîn salvegera destpêkirina şoreşa mezina Îlonê de hezaran silav ji bo rihê paqêjê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê re dişînîn. Herwiha rêzdariya min ji bo fedakarî û keda wan hemû Pêşmerge û xebatgêr û qehremanan heye ku cihê destê wan li wê şanaziya niştimanî de xûyaye. Ew qehremanên han dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin û jiyan û xebata her yek ji wan waneya xebat û xweragirî û berxwedanê ye.

Mesûd Barzanî

11ê Eylûla 2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.