Civata hevkariya kendavê piştî civîna xwe daxuyanî dabû.
Civîna civata hevkariya Kendavê beriya du rojan destpê kiribû û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hatibû weşandin û têde di warê enerjiya etomî, giravên cîhê nakok yên li kendavê û meydana gazî ya Areşê de rexne li Îranê hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, bernameya etomiya Îranê metirsiye bo ser ewlekariya deverê, her sê giravên cîhê nakok jî ne yên Îranê ne û Îran li ser meydana gazê ya Areş û wan sê giravan ne xwedan mafe.
Li hember de jî Îranê ev daxuyaniya han red dike û dibêje ev daxuyanî neyê qebûlkirin.
Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku, Îran bi tundî ev daxuyaniya han red dike û tekez li ser vê yekê dike ku, her sê giravên Abû Mûsa, Tinba biçûk û Tina mezin û meydana gazê ya Areşê beşeke neveqetiyayî ya Îranê ye û ti welateke Erebî nikare li ser wan deveran xwe bike xwedan maf.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin