Tevahiya kêşeyên taybet bi mûçe û bûdceyê têne çareserkirin.
Civînên du roje yên hevbeş di navbera civata wezarî ya abûrî ya federalî û civata abûriya herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi dawî hatin.
Li gor daxuyaniyên her du aliyan, Hewlêr û Bexda li ser çareser kirina tevahiya kêşeyan lihev kirine û biryare heta dawiya salê tevahiya karmendên herêma Kurdistanê ji xwe re kartên bayometrî derbixin û li hember de jî Bexda bêyî ti kêşe û arîşeyek her meh mûçe û bûdceya herêma Kurdistanê binêre.
Weeke tê zanîn du roj bû di navbera Hewlêr û Bexdayê de civînên hevbeş bo çareser kirina wan kêşeyan dihatin kirin û duhê bişev civîn bi dawî hatin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin