Serokwezîr û balyoza Amerîkayê civiyan

giftûgo derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoyê de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa encamên civînên hevbeş yên di navbera herêm û hikûmeta federalî de hatiye kirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawski kir.

Mijareke sereke ya civîna me giftûgo kirin bû derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û di vê derbarê de me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime di nava rewşeke aram û dadmend de û bi awayeke pak, şefaf û dibin çavdêriya navnetewî û dûr ji destwerdanî hilbijartin were kirin.

Di beşeke din ya civînê de têkiliyên navbera hikûmeta federalî û herêma Kurdistanê hatin nirxandin û me balkêşande ser vê yekê ku, civînên civata wezarî ya Îraqê bo karûbarên abûrî û civata abûriya herêma Kurdistanê yên li Hewlêrê ku, giftûgoyan bi awayeke eşkere û erênî têne kirin û encamên wan jî di berejwendiyên welatiyan de dibin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.