Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de ku, Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steve Bitner jî têde beşdar bû, balyoza Amerîkayê behsa encamên serdana dawî ya Serok Barzanî ya bo Bexdayê kir ku, bandoreke gelek zêde li ser nêrînên tevahiya aliyên siyasî yên Îraqî hebûye kir û ragihand ku, ev serdana han rewşeke goncaw bo nizîkatî kirin li gel kêşeyan afirandiye.
Her di heman civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê, deverê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, lazime propagendeya hilbijartinê di rewşeke aram û azad de were kirin.
Mijara mayîna hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Îraqê û metirsiyên terorê li ser Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin