Mesrûr Barzanî: Meha pêşiya me vê mûçey bi rêya hijmara min werin dayîn

heta niha zêdetir ji 500 hezar kesan navê xwe di projeya hijmara min de tomar kirine.
کوردستان TV
100%

Li gel serokê banka navendî ya Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê banka navendî ya Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê banka navendî ya Îraqê birêz Elî Muhsên Elelaq kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê reformên di warê karûbarên bankî li herêma Kurdistanê de kir û balkêşande ser projeya hijmara min ku, heta niha zêdetir ji 500 hezar kes jimûçexwerên kerta giştî têde navên xwe tomarkirin û tê payîn ku, meha pêşiya me mûçeya 200 hezar kesan bi rêya hijmara min were dayîn.

Li ser girîngiya berdewam bûna vê projeyê û çavdêriya bankaya navendî hemfikir bûn.

Me spasiya Serokê banka navendî kir jiber piştîvaniya xwe ya taybetî bo hijmara min û reformên di warê karûbarên bankî li herêma Kurdistanê de.

Me herwiha behsa geşe kirina xwesteka dezgehên darayî yên navxweyî û navnetewî bo hevahengî kirin û piştîvanî kirin ji steratejiya hikûmeta herêmê di warê abûrî de kir.

Bilztir kirina girseyîbûna darayî li herêma Kurdistanê weke beşek ji armancên steratejîkî yên banka navendî ya Îraqê û pêngavên dîcîtalîzekirina bankayan mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.