Dibêje êrîşî ser navendeke leşkerî ya Îsraîlê kiriye.
Çapemeniya hizbulaha Libnanî belav kir ku, îro şemî bi mebesta bersifdayîna êrîşên Îsraîlê yên dijî hizbulahê û herwiha bo piştîvanî kirina Hemasê, hêzên wan êrîşî ser navendeke leşkerî ya artêşa Îsraîlê li çiyayê Neria kiriye.
Hizbulahê diyar kiriye ku, êrîş bi katûşiyayan pêk hatiye û di encam de zirarên mezin bi vê navendê ketine.
Heta niha Îsraîl li ser vê êrîşê ti daxuyanî nedaye lê tê payîn Îsraîl jî bi dijwarî bersifa vê êrîşa han bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin