Vê li gel Serokwezîr û wezîrê darayî bicive.
Biryare îro wezîra darayî ya Îraqê Teyif Samî serdana herêma Kurdistanê bike û li gel Serokwezîr û wezîrê darayî yê herêmê bicive.
Di wan civîn û hevdîtinan de giftûgo derbarê kêşeyên darayî û mijara mûçeya karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê tê kirin.
Tê payîn ku di vê civîna han de her du alî li ser çareseriyeke mayinde lihev bikin û bi vê awayî kêşeya bûdce û mûçeyê were çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin