Dibêje bi ti awayî li Xezeyê jî navekêşin.
Li gor dom kirina gera nû ya danûstandinên taybet bi agirbesta li Xezeyê, tê gotin ku, ev danûstandinên han xetimîne û Îsraîl li ser armancên xwe bi îsrare.
Di vê derbarê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragihandiye ku, kirîdoara Philadelphia bo Îsraîlê gelek giringe û Îsraîl bi ti awayî dev ji vê projeyê bernade û ji Xezeyê jî navekêşe.
Ji aliyeke din ve aliyên Misirî jî ji kirîdoara Philadelphia dilgiranin û dibêjin ev kirîdora han bombeyeke vedayiye û metirsiyeke mezine bo ser Misir.
Kirîdora Philadelphia, xeteke bi dirêjahiya 14km û penahiya 100 metreyan û li ser sînorên navbera Misir û Xezeyê deye û di destê Îsraîlê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin