Balyozê Hindistanê spasiya Serokê herêma Kurdistanê dike.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê Prashant Pays kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî bo xatir xwestinê serdana Serokê herêma Kurdistanê kiribû.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rêzdariya herêma Kurdistanê ya li hember hewldanên Prashant Pays yên bo bihêztir kirina têkiliyên du alî gehande Prashant Pays û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve balyozê Hindistanê jî spasiya hikûmeta herêmê û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê kir ku, di dema pîwerdariya wî de piştîvaniya kar û çalakiyên wî kirine û tekez li ser xwesteka welatê xwe yabo pêşde birina têkilî û hevahengiya li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Di berdewamiya civînê de ku, Konsulusê Hindistanê yê li herêmê jî têde beşdar bû behsa rewşa herêmê, rewşa Îraqê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin