Serokwezîr li gel balyozê YE yê li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê birêz Thomas Sailor kir.
Di civînê de ku, berpirsê nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê yê li Hewlêrê birêz Radu Botum jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê bihêztir zêdetir bihêz kirina têkiliyên du alî kir.
Herwiha me giftûgo derbarê reformên kabîneya 9an yên di warên darayî, sîstema bankî û rûbirû bûna gendelî, birokirasî û pêşî girtin ji samanên giştî kir.
Li ser girîngiya pêşde birina hevkarî û hevahengiyê bo rûbirû bûna terorê hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin