Piştî vekirina pêşengeha HITEX gotareke kurt pêşkêş kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî 5mîn pêşengeha dîcîtalî ya bi navê HITEX 2024 ya Hewlêrê vekir û piştî merasîma vekirinê Serokwezîr gotareke kurt pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya pêşkeftinên teknolojîkî.
Serokwezîr di gotara xwe de hêvî xwest ku, pêşengeh û konferansa HITEX bibe derfetek bo zêdetir pêşkeftina herêma Kurdistanê û Kurdistan zêdetir bi cîhan û bazarên cîhana teknolojîkî re girêbide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Elektronîkirina karûbarên hikûmetê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî ji bo baştirkirin û bilezkirina asta xizmetguzariyan û nehiştina burokrasî û herdirkirina çavkaniyên giştî, yek ji armancên me yên sereke bûye.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî Fermangeha Teknolojî û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi yek ji ofîsên herî çalak bi nav kir û got, ew kar ji bo avakirina jêrxaneke dîjîtal a bihêz û pêşketî dike.
Diyar kir jî: “Me vê dawiyê stratejiyeke veguhertina dîjîtal li Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta pêkanîna hikûmeteke dîjîtal a nûjen ku dê proseya geşepêdana me ya aborî berfirehtir û bileztir bike, bi awayekî ku welatî bibin navenda giringîpêdanê bi rêya bikaranîna teknolojiyayê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girniya hebûna sîstemeke bankî ya bihêz, bi bandor û çalak Herêma Kurdistanê kir û got: “Di vî warî de, me dest bi reforma pergala bankê kiriye, da ku binesaziyek aboriya dîjîtal a nûjen û bihêz ava bibe ku bikaribe li gorî pêşkeftinên nûjen tevbigere.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez dikarim bibêjim ku em niha li ser rêya rast a guhertin û çaksaziyê ne di warê teknolojî û dîjîtalkirina karûbarên bankî û darayî de, ku dê karsaz û veberhênerên li navçeyê û li seranserê cîhanê bêtir han bide ku bên Herêma Kurdistanê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin