Welatiyekî herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê hate kuştin

birayê wî jî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Xelkê nahiyeya Keleke û bavê sê zarokane.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê li berdem hotêla Zurich ya li Îstenbûlê di navbera komeke welatiyên Tirk û çend welatiyên herêma Kurdistanê pevçûn derketiye û di demeke kurt de pevçûn veguheriye şerê kêran û koma Tirk bi kêran êrîşî ser welatiyên herêma Kurdistanê kirine.

Di encam de welatiyekî herêma Kurdistanê bi nave Hekîm Loqman ku, bavê sê zarokane, temen 45 sal û xelkê Kelek ser bi Hewlêrê ye canê xwe ji dest daye û birayê wî jî ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.