Serokwzîr li gel şandeke Thailandî civiya.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Thailandî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Şahnişîna Thailandê li Urdin û Îraqê birêz Supark prongsure kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî bi taybetî di warê bazirganî, çandinyê û torîzmê de kir û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo berfire kirina têkiliyên du alî li ser esasê berejwendiyên hevbeş kir.
Balyozê Thailandê jî diyar kir ku, armanc ji vê serdana yaku, li gel şandeke Tailandî hatiye herêma Kurdistanê, pêşde birina têkiliyên bazirganî û abûrî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin