Îraq derbarê kempa Hol de huşdarî dide

daxwaza vegerandina çekdarên biyanî bo welatên wan dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev kemp metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya deverê.

Li gor çapemeniya Îraqî Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî di dema beşdarî kirina civîneke civata NATOyê de behsa kempa Hol kiriye û ragihandiye ku, ev kemp û mayîna hijmareke zêde ji çekdarên biyanî li vê kempê, metirsiyeke gelek mezine bo ser pêşeroja deverê.

Qasim Erecî di heman civînê de daxwaz ji welatên cîhanê bi taybetî welatên endam yên di nava NATOyê de kiriye daku, welatiyên xwe yên ku, bûne DIŞI û niha li kempa Holin, vegerînin welatên xwe daku, metirsiya heyî ya li vê kempê were kêmkirin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.