Serok Barzanî li gel şandeke Urdinî civiya

behsa rewşa deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Urdinê bi Serokatiya wezîrê çandiniyê yê vê welatî Xalid Henîfat kir.

Di civînê de wezîrê çandiniyê yê Urdinê silavên taybetî yên padişahê Urdinê Şah Ebdulah gehande Serok Barzanî û ragihand ku, padişah, gel û hikûmeta Urdistanê xwe bi dostê gelê kurdistanê dizanin.

Wezîrê çandiniyê yê Urdinê stayîşa awedanî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê yên ku, rixmî qirîza darayî hatine bidestixstin kir û daxwaz kir daku, têkiliyên di navbera her du aliyan de di her warî de bi taybetî di warê çandinî û awedan kirinê de berfiretir bibin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî Padişahê Urdinê ( Şah Ebdulah) weke dostekî nêz û bira wesif kir û balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Şahnişîna Urdinê de û tekez li ser berdewamî û bihêztir kirina têkiliyên han kir.

Rewşa siyasî û astendiyên berdem aramiya deverê û Îraqê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.