Urdin û Kurdistan rêkeftinek îmze kirin

rêkeftineke girîng di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Urdinî civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Urdistanî bi Serokatiya wezîrê çandiniyê yê Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê çandiniyê yê Şahnişîna Urdinê birêz Xalid Mûsa Elhenefat kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hevkarî û hemahengî di warên bazirganî, çandiniyê, pîşesaziya xwerak û bi bazar kirina berhemên çandiniyê di navbera her du aliyan de kir.

Wezîrê çandiniyê yê Urdinê silav û rêzên xwedan şiko Şah Ebdulah şahê Urdinê gehandine me û balkêşande ser têkiliyên kevnar û bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Urdistanê de û stayîşa pêşkeftin û awedaniya Hewlêr û herêma Kurdistanê kir.

Me jî rêzdariya herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştîvaniyên xwedan şiko şah Ebdulah, hikûmet û gelê Urdinê diyar kir ku, di pêvajoyên cuda cuda de piştgîriya herêma Kurdistanê kirine. Me tekez li ser amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî diyar kir.

Pişt re me çavdêrî û serpereştiya îmze kirina rêkeftineke jihev fêmkirinê di navbera her du wezaretên çandiniyê yên herêma Kurdistan û şahnişîna Urdinê di warê pêşde birina hevkarî û hemahengiya çandiniyê, pîşesaziya xwerak kir ku, biryare di pêngava yekem de Urdin hinek berhemên çandiniyê yên herêma Kurdistanê weke petat ji herêma Kurdistanê hawirde bike.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.