Serok Barzanî di 36mîn salvegera enfala Badînan de peyamek belav kiriye ku, naveroka peyamê wisa ye;
Bi navê xwedê mezin
36 sal beriya niha di roja 25ê Tebaxa 1988an de heta 6 Îlona 1988an di berdewamiya zincîre tawanên rejîma Îraqê yên dijî gelê Kurdistanê de, beşeke gelek zêde ji navçe û gundên devera Badînan ji aliyê hêzên rejîma vê demê yê Îraqê ve ketine ber pêla dije însanî ya kîmiyabaran kirin, girtin, kuştin, veguhastin û enfal kirina welatiyên bêtawan.
Di encama wan tawanên dije însanî de bi hezaran welatiyên Kurdistanê şehîd û wenda bûn û hatin awarekirin û bi sedan gund jî hatin wêrankirin, armanca wan tawanên rejîma berê ya Îraqê şikandina îradeya gelê Kurdistanê yabo piştîvanî kirina şoreş û domandina siyaseta guhertina demogirafiya Kurdistanê bû.
Di salvegera enfala Badînan de silav bo rihêz paqêj yê şehîdên vê tawanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dinirên û bi tundî jî pêdagirî li ser mafên reva yên gelê xwe dikin. Ev tawana han nabe were jibîrkirin û lazime dewleta Îraqê jî qerebûya genocide, tawan û tevahiya wan stemkariyan bike ku, dijî gelê me hatine kirin.
Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2024an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin