Dibêje eger heye tole sendina me paş bikeve.
Li gor çapemeniya fermî ya Îranî rayedarên leşkerî yên Îranê ragihandine ku, agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê nabe sedem ku, Îran dev ji êrîş kirine ser Îsraîlê berde jiber ku, ev du mijar ji hev cudane.
Rayedarên leşkerî yên Îranî herwiha diyar kirine ku, eger heye tole sendina Îranê paş bikeve û Îran bi ti awayî dema êrîşa xwe bo ser Îsraîlê diyarî nake.
Rayedarên leşkerî yên Îranî tekez li ser bi îsrarbûna Îranê li ser tole sendina kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê dikin.
ji aliyeke din ve Îsraîl jî tekez li ser vê yekê dike ku, hertim bo bersifdayîna Îranê û pûç kirina êrîşên muhtemel yên Îranê amadeye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin