Cebelxaneyeke mezin ya hizbulahê hate wêran kirin

Îsraîl bersifa êrîşa duhê bişev ya hizbulahê daye.
کوردستان TV
100%

Hizbulah duhê bişev êrîşî ser Îsraîlê kiribû.

Piştî êrîşa duhê bişev ya hizbulaha Libnanê bo ser girên Gulanê, îro artêşa Îsraîlê jî bersifa hizbulahê da.

Li gor çapemeniya Îsraîlê balefirên cengî yên Îsraîlê li dola Beqa ya li Rojhilatê Libnanê êrîşî ser navendeke mezin ya hizbulahê kirine.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, ev navend cebelxaneyeke mezin ya hizbulahê bûye û di encama êrîşê de bi temamî hatiye wêrankirin.

heta niha derbarê amarên kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.