Hijmara navendên dengdanê hate eşkere kirin

zêdetir ji 3 miliyon welatî xwedan mafê dengdanê ne.
کوردستان TV
100%

1266 navend bo dengdana giştî têne vekirin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê ragihand ku, bo dengdana giştî di hilbijartinên 20 Cotmehê de li çar parêzgehên Kurdistanê bi giştî hezar û 266 navendên dengdanê têne avakirin ku, 6 hezar û 318 stasiyonên dengdanê li xwe digirin.

Komîsyonê eşkere kiriye ku, bo dengdana taybet ( ya hêzên ewlekarî û leşkerî) jî 165 navendên dengdanê hatine diyarîkirin ku, 749 stasiyonên dengdanê li xwe digirin.

Li gor amarên Kurdistanê di hilbijartinan de bi giştî 3 miliyon û 789 hezar welatî xwedan mafê dengdanê ne ku, ji wan heta niha 2 miliyon û 901 kes kartên xwe yên bayometrîk yên dengdanê wer girtine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.