Êrîşên komên çekdar dijî hêzên Amerîkî sedema rawestandinê ne.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê, Ziya Nasirî ragihandiye ku, di wan demên dawî de danûstandinê navbera Amerîka û Îraqê bo bi dawî anîna dema pîwerdariya hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê, hatine rawestandin.
Ziya Nasirî diyar kiriye ku, sedema sereke ya rawestandina danûstandinên han êrîşên vê dawiyê yên komên çekdare bo ser hêzên Amerîkî bi taybetî navenda leşkerî ya Eyn Esed.
Nasirî tekez li ser vê yekê kiriye ku, êrîşên komên çekdar yên Îraqî bo ser hêzên Amerîkî zirareke gelek mezin didin Îraqê.
Weke tê zanîn di êrîşa herî dawî de bo ser Eyn Esed herî kêm 8 leşkerên Amerîkî birîndar bibûn û Amerîka jî gef kiribû ku, ev êrîşên han vê rewşa deverê aloztir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin