Nêzî 5 hezar şênî bo deverên din hatine veguhastin.
Şewata mezin ya daristanên parêzgeha Îzmîrê ev çend roje rixmî hewldanên aliyên têkildar bo vemirandinê didome.
Di vê derbarê de wezareta navxwe ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, jiber metirsiyên şewatê heta niha 4 hezar û 159 şêniyên deverê ji cîhên metirsîdar hatine veguhastin.
Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku, heta niha li Îzmîrê 10 kes û li Bolu jî 2 kes bi gomana agir berdane daristanên deverê hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin