Peyama Mesrûr Barzanî bo salvegera damezrandina PDK

dibêje bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bikin.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta 78mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û roja ji dayikbûna Serok û Rêberê nîştimanî cenabê Serok Barzanî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok û tevahiya endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê, kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan, pêşmergeyên qehreman û Kurdistaniyên nîştimanperwer dikim.

Partî her ji roja yekem ya damezrandina xwe de li ser destê Rêberê tevgera azadîxwaz ya Kurd Barzaniyê Nemir, hertim debistana Kurdatî, nîştimanperwerî û hizba tevahiya çînên curbicur yên Kurdistanê bûye.

Partî xwedan dîrokeke pir ji serwerî, fîdakarî û berevanî kirin ji mafên netewî û nîştimanî yên gelê Kurdistanê bûye û îro jî jiber Serkirdatiya hûrbîn û jêhatî ya Cenabê Serok Barzanî û dilsozî û fîdakariya endam û alîgirên xwe, partiya me yek ji mezintirîn û bihêztirîn û bibandortirîn partiye li Kurdistan, Îraq û deverê de û roleke girîng û çalak bo parastina pêgeha destûrî û bidest anîna destkeftin nîştimaniyên xelkê Kurdistanê dilîze. Partî omîda yekane ya xelkê Kurdistanêye ku, rê nade planên lawaz kirina pêgeha herêma Kurdistanê serkeftî bin û berevanîkarekî leheng dibe bo ku pêşiya radest kirina ax û mafên xelkê Kurdistanê bigire.

Li bendêne endam û alîgirên partî bi coş û dilsozî ve beşdarî di prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de bikin bo ku, weke hertim partî hêza yekem û pêşeng ya Kurdistanê be, jiber ku, serkeftina partî serkeftin û pêşkeftin û awedaniya Kurdistanê ye.

Di bîranîna 16ê Tebaxê salvegera damezrandina partî de silav bo rihê damezrênerê partî Bazanî Mistefa û Serkirdeyê hertim dihizir Îdirîs Barzanî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.