Hikûmeta herêmê amadekariyên pêwîst kiriye

20ê Cotmehê hilbijartin tê kirin.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê Serokatiya herêmê daxuyanî da.

Îro piştî civîna navbera komîsyona bilind ya hilbijartinan û Serokatiya herêma Kurdistanê, Peyvdarê Serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şebah di konferanseke  çapemeniyê de ragihand ku, Serokatiya herêmê û hikûmeta herêma Kurdistanê bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê tevahiya amadekariyên pêwîst kirine.

Dilşad Şehab herwiha diyar kir ku, di civînê de li gel komîsyonê behsa prosesa hilbijartinan û amadekariyên pêwîst hatiye kirin û vê hilbijartineke şefaf û demokratîk were kirin.

Ji aliyê xwe ve nunerê komîsyonê jî ragihandiye ku, hikûmet û Serokatiya herêma Kurdistanê her cure hevkarî û piştîvaniyek pêşkêşî komîsyonê kirine û komîsyon amadeye di 20 Cotmehê de hilbijartineke demokratîk bimeşîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.