Dibêje daxwaza me cîhbicîh bike emê êrîş nekin.
Ajansa nûçeyan ya Reuters li ser zarê sê rayedarên mezin yên rejîma Îranê belav kiriye ku, Îran peyamek bo Îsraîlê şandiye û têde qala mercekê kiriye û eger Îsraîl vê mercê cîhbicîh bike Îran êrîşî ser Îsraîlê nake.
Reutersê li ser zarê wan sê rayedarên rejîma Îranê belav kiriye ku, Îran gotiye eger di danûstandinên navbera Hemas û Îsraîlê de rêkeftin were kirin û agirbest were ragihandin vê demê Îran jî bo tol hildana Îsmaîl Heniye bêdeng dibe û êrîşî ser Îsraîlê nake.
Heta niha Îsraîl di vê derbarê de tiştek belav nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin