Îsraîl dibêje emê êrîşî ser Îranê bikin.
Aloziyên navbera Îran û Îsraîlê piştî kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê gortir bûne û niha ev her du welat gefa êrîş kirinê li hev û du dikin.
Di vê çarçoveyê de rojnameya Iran internatonal belav kiriye ku, Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî ferman kiriye ku, navendên leşkerî yên Îsraîlê yên li Til Avîv, Heyfa û herwiha navenda Mossada Îsraîlê werin armanckirin.
Li hember de Îsraîl times jî belav kiriye ku, Îsraîl jî rixmî nîqaş kirin li ser çend armanc û navendên steratejîkî li Tehranê hevdem xwe bo êrîş kirine ser navendeke mezin ya gazê ya li Başûrê Îranê û navendeke din ya teknolojîkî li Îsfehanê, amade dike.
Ji aliyeke din ve radiyoya artêşa Îsraîlê jî duhê belav kiriye ku, Îsraîl peyam bo Îranê şandiye ku, eger Îran êrîşî ser Îsraîlê bike anjî bi rêya hêzên xwe yên bi wekalet ve jî êrîşî ser Îsraîlê bike, vê demê Îsraîl jî bi awayeke berfire êrîşî ser Îranê dike.
Radiyoya han diyar kiriye ku, eger êrîşên Îranê bo ser Îsraîlê ti zirareke wan jî nebe lê Îsraîl bersifeke dijwar dide û êrîşî ser axa Îranê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin