Amerîka çekên êrîş kirinê dide Siûdiyeyê

sala 2021an firotina çekan bi Siûdiyeyê hatibû rawestandin.
کوردستان TV
100%

Bi fermî prosesa firotina çekan destpê kiriye.

Li gor nûçeyeke Xelîc onlîne, Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Dant Patel di konferanseke çapemeniyê de ragihandiye ku, piştî erê kirina rêkeftina firotina çekên êrîşbirinê ji Amerîkayê bi Siûdiyeyê ji aliyê Serokê Amerîkayê ve, prosesa firotina wan çekan destpê kiriye.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê diyar kiriye ku, Siûdiye li hember sozên ku, bi Amerîkayê dane pêbend bûye lewre Amerîka jî li ser sozên xwe ye û firotina çekên êrîş kirinê bi Siûdiyeyê erê kiriye.

Weke tê zanîn Amerîka jiber şerê li Yemenê sala 2021an firotina çekên êrîş kirinê bi Siûdiyeyê rawestandibû.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.