Serokê herêmê jî spasiya Konsulusê Holendayê dike.
Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê Yaco Berends kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana Serokê herêma Kurdistanê kiribû.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rol û hewlên Konsulusê Holendayê di dema pîwerdariya wî de li herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Holendayê bilind nirxand û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê Holendayê jî rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember karkirina xwe li herêma Kurdistanê de, hevdem spasiya Serokê herêmê û piştîvaniya aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo serxistina pîwerdariya xwe kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe yabo pêşde birina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê di her warî de kir.
Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û Serokê herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, her hewlek didin daku, prosesa dengdan û hilbijartinê bi awayeke serkeftî were meşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin