Amerîka û çekdarên Îraqî rêkeftinek îmze kirine

rêkeftin li ser sê mercan hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Vê êrîşî ser hev û du nekin.

Li gor nûçeyeke The New Region di rojên derbasbûyî de di navbera Amerîka û komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê yên ku, bi navê eniya berxwedanê têne nasîn, rêkeftinek hatiye îmzekirin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, li gor rêkeftina han vê eger Amerîka êrîşî ser komên çekdar neke û asmana Îraqê jî bo êrîş kirine ser Îranê bikar neyîne, vê demê koma çekdar yên Îraqê jî bi ti awayî êrîşî ser hêzên Amerîkî nakin.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de wezîrê derve yê Amerîkayê ragihandibû ku, êrîşên komên çekdar yên bo ser hêzên Amerîkî rewşa Îraqê aloztir dikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.