Serî li sengerên wan da û li gel Fermandarê giştî yê wan hêzan civiya.
Îro sêşem wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl serdana hêzên piştîvaniya yek ya ser bi wezaretê bi Fermandariya Sîhad Barzanî kir.
Wezîrê pêşmerge û Sîhad Barzanî di destpêkê de civiyan û behsa rewşa hêzên piştîvaniya yek û pêdiviyên wan kirin.
Pişt re bi hevbeşî serdana sengerên hêzên han kirin û ji nêz ve ji rewşa wan hêzan pirsîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin