Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê daxuyanî daye.
Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihandiye ku, hewldanên heyî yên bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê didomin û eger heye di rojên pêşiya me de şandên her du aliyan li ser asta wezîran bicivin.
Yaşar Guler derbarê vekêşîna hêzên Tirkî ji Sûriyeyê jî ragihandiye ku, heta li Sûriyeyê destûreke nû neyê amadekirin, hilbijartin neyê kirin û hikûmeta navendî ewlekariya sînorên Tirkiyeyê neparêze, Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê navekêşe.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji yek sale Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan hewl bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê dide lê Sûriye jî dibêje lazime Tirkiye hêzên xwe vekêşe vê ca behsa normal kirina têkiliyan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin