Wezîrê derve yê Amerîkayê serdana sê welatan dike

behsa aloziyên navbera Îran û Îsraîlê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Îro digehêje Rojhilata Navîn.

Li gor çapemeniya Amerîkî biryare îro sêşem wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi mebesta civîn û hevdîtinan li gel rayedarên welatên deverê serdana Rojhilata Navîn bike.

Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, Blinken vê serdana Qeter, Misir û Îsraîlê bike û li gel rayedarên wan welatan giftûgo derbarê rewşa heyî û aloziyên navbera Îran û Îsraîlê de bike.

Her di vê serdanê de nîqaş li ser şerê navbera Hemas û Îsraîlê û Îsraîl û Hizbulahê jî tê kirin.

Ev serdana han di demekê deye ku, Îran û Îsraîl gef lihev dikin û cîhanê li bende Îran êrîşî ser Îsraîlê bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.