PDK: Kêşeyên Kerkûkê bi lîstokên siyasî nayên çareser kirin

dibêje ev pêngava han nikare kêşeyên Kerkûkê çareser bike.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê PDK derbarê diyarî kirina Waliyê nû yê Kerkûkê de daxuyanî da.

Îro Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed derbarê diyarî kirina Waliyeke nû bo Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, PDK li gel ragihandina encamên hilbijartinên herêmî yên li Kerkûkê ev yek fêm kiribû ku, encam ne nîşaneya rastîn ya îradeya şêniyên Kerkûkêye, lê jiber berejwendiyên xelkê Kerkûkê, rewşa vê bajarê û liber çav girtina rewşa giştî me ev yek xiste aliyekê, ji vê demê şûn de gelek hewl hate dayîn daku, tevahiya pêkhateyan bilihev kirinê bigehêjin çareseriyeke rastîn jiber ku, rewşa Kerkûkê gelek hesas û cudaye.

Di vê çarçoveyê de çend civîn û hevdîtin li gel aliyên Ereb hatine lidarxistin û hewl hatiye dayîn daku, bi taybetî di civîna dawî de ku, têde Serok Barzanî jî beşdar bûye, tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, lazime çareserkirina kêşeyan bi liber çav girtina mafên tevahiya pêkhateyan be, her di heman civînê de tevahiya aliyan li ser vê yekê ku,nabe şaştiyên berê werin dubarekirin, hemfikirbûn, Nêrîna Serok Barzanî jî ev bû ku, bo dilniyayiya tevahiya aliyan Waliyeke Kurd ya bêalî were diyarîkirin ku, tevahiya aliyên serkeftî bawerî pê bidin, li ser vê yekê ku, postê walîtiyê bi awayeke gerok (demkî)be lihev kirin hate holê û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kiribû ku, lazime du salên ewil postê Walîtiyê bo pêkhateya Kurd be, her di vê civînê de Serok Barzanî ji aliyên Ereb re gotiye ku, eger razî nabin walî Kurdekî bê alî be, vê demê dikarin biçin li gel YNK lihev bikin, lê tevahiya aliyên beşdar ev yek red kirin ku, li gel YNK bo diyarî kirina Waliyê lihev bikin,

Mihemed di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje tişta ku, 10ê Tebaxê li Hotêl Reşîd li Bexdayê bêyî agehdar kirina PDK, Tirkman û hin aliyên din hatiye kirin tişteke derqanûniye, kêşeyeke mezine û ne pêngaveke raste, em di vê baweriyê dene tişta hatiye kirin nikare bibe çareser bo kêşeyên Kerkûkê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.