Amerîka balefirên F22 şandiye Rojavayê

Amerîka balefirên F22 li deverê bicîh kiriye.
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîmê û çekdarên Îranî hatine dorpêçkirin.

Piştî alozî û pevçûnên di navbera hêzên HSD û çekdarên rejîma Sûrî û yên Îranî li Dêrazorê, hêzên Amerîkî jî bo piştîvanî kirina hêzên HSD ketine tevgerê.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên herêmî behsa vê yekê kirine ku, Amerîka bo bersifdana êrîşên wan çekdaran balefirên cengî yên F22 şandiye deverê û niha çekdarên rejîma Sûrî û yên Îranî li deverê de hatine dorpêçkirin.

Ji aliyê xwe ve duhê jî Fermandariya giştî ya HSD diyar kiribû ku, hêzên wan karîne bersifeke dijwar bidin êrîşa çekdarên rejîmê û yên Îranê û di encam de herî kêm 25 çekdar hatine kuştin.

Weke tê zanîn pêrê ev komên çekdar êrîşî ser gundekê li deverê de kiribûn û di encam de 6 zarok û 4 jin bi giştî 11 kesên medenî hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.