Dibêje birîna wan ne dijware.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê êrîşa duhê yabo ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî li Rimêlanê ya ser bi Hesekê ve daxuyanî belav kiriye.
Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa duhê de çend leşkerên me û hevpeymanan birîndar bûne lê birînên wan ne dijwarin û rewşa wan niha başe.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, niha tîmên taybet mişxûlî diyarî kirina zirarên êrîşêne û Amerîka bi ti awayî li hember wan êrîşan bêdeng namîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin