Êrîşî ser navendeke hêzên Amerîkî hate kirin

heta niha Amerîka derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Ev navend li parêzgeha Hesekê ye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev komên çekdar bi hajek û dronên întîharî êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî li parêzgeha Hesekê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Herwiha Sputnîk ya Rûsî jî diyar kiriye ku, êrîşî ser navendeke hêzên elşkerî ya Amerîkî li gundê Xirab Cîr ya li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.

Heta niha derbarê zirarên vê êrîşa han de ti zaniyarî nehatine belavkirin û Amerîka jî di vê derbarê de tiştek belav nekiriye.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.