Berhem anîna zebeşan li Dihukê zêde bûye

10 hezar ton bo başûr û naverasta Îraqê hatiye şandin.
کوردستان TV
100%

Hevkariyên hikûmetê Cotkarên deverê bicoştir kiriye.

Hevkarî û piştîvaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo Cotiyaran û bi bazar kirina berhemên wan û nardina berhemên navxweyî bo derveya welat, bûye sedema geşe kirina kerta çandiniyê li Kurdistanê de.

Di vê çarçoveyê de li Dihukê ku, devereke Çandiniyêye û xwedan axeke bipîte, kerta çandiniyê pêşkeftiye bi awayek ku, îsal berhem anîna zebeş ( şiftî) li Dihukê li gor salên berê gelek zêde  bûye û tenê li Dihukê îsal zêdetir ji 21 hezar ton şiftî hatiye berhem anîn.

Hate zanîn ku, zêdetir ji 10 ton ji zebeşên Dihukê jî bo başûr û naverasta Îraqê hatine şandin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.