Li navçeya Tarimiye ya li Bexdayê hatiye girtin.
Li gor ajansa fermî ya Îraqê duhê hêzên îstîxbaratî yên Îraqê li ser esasê zaniyariyên ku, ketine destê wan li navçeya Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê operasiyonek lidar xistine.
Di encama vê operasiyona han de yek ji berpirsên mezin yê DIŞIê bi navê Ebû Hacer hatiye girtin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Ebû Hacer ji aliyê dadgeha Îraqê ve biryara girtina wî hatibû dayîn û li deverê de bi rêya telefûnê gef li xelkê kiriye û pere ji xelkê stendiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin