Piştîvaniyên Frenseyê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin

li gel komîteya reforman ya hêzên pêşmerge civiyaye.
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên Frensî serdana wezareta pêşmerge kir.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, Fermandarê hêzên Frensî yên di nava hevbepymaniya cîhanî de John Mark serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel berpirsên komîteya reforman di nava hêzên pêşmerge de civiyaye.

Di civînê de giftûgo li ser prosesa yek xistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge hatiye kirin û şanda Frensî tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên Franseyê yên bo hêzên pêşmerge û prosesa reforman kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.