Serok Barzanî û balyozê Nemsayê civiyan

daxwaza bihêztir kirina têkiliyan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Kurdistan û Nemsa têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraqê Andrea Nasi kir.

Di civînê de balyozê Nemsayê bi awayeke kurt behsa pêşveçûna têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Nemsayê bi taybetî di warê akademîkî û hevbeşiya zanîngehan û bazirganî de kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî rêzdariya xwe bo gel û hikûmeta Nemsayê diyar kir ku, hevkar û hevsozê doza gelê Kurdistanê bûne û daxwaz jî kir têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Nemsayê de zêdetir pêşve biçin.

Her di vê civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya herêmê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, têkiliyên hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û çareser kirina kêşeyan hate kirin.

Berdewamiya gefên terorê li ser asta cîhan û deverê û herwiha rewşa Şingal û sedemên cîhbicîh nekirina rêkeftina Şingalê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.