Endamê komîsyona elwekariya parlementoya Îranê li xwe mokir hat.
Endamê komîsyona elwekariya parlementoya Îranê Ebdulfazil Zuhrevendî di daxuyaniyeke taybet de bo ajansa ILNA ya Îranî behsa kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê kiriye.
Zuhrevendî ragihandiye ku, mixabin di nava Îranê de gelek kes hene ku, weke sîxor bo ajansên îstîxbaratî yên Îsraîlê dixebitin û di çarçoveya tîmên curbicur de çalakin û kuştina Îsmaîl Heniye jî yek ji çalakiya wan tîmên hane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin