Şandeke PDK li gel Serokwezîrê Îraqê civiya

Sûdanî dibêje bo ava kirina hikûmeta xwecîhî lazime lez were kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Kerkûkê hatiye kirin.

Duhê şandeke firakisyona PDK ya li civata parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya.

Di civînê de nîqaş li ser hilbijartinên parêzgehan û ava kirina hikûmeta xwecîhî ya Kerkûkê hate kirin.

Her di heman civînê de her du alî li ser beşdarî kirina tevahiya pêkhateyan di nava hikûmeta xwecîhî ya Kerkûkê de hemfikir bûne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî tekez li ser vê yekê kiriye ku, lazime bo ava kirina hikûmeta xwecîhî ya Kerkûkê lezê were kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.