Dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.
Îro şemî li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Joel Vaul kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rêzdariya xwe ya li hember rola Joel Vaul anî ziman û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekes li ser stayîşa herêma Kurdistanê bo hevpeymanan bo têk birina DIŞIê li Kurdistan û Îraqê de kir.
Li hember de Joel Vaul jî kêfxweşiya xwe ya li hember kar kirina xwe li Îraq û Sûriyeyê diyar kir û spasiya piştîvaniyên herêma Kurdistanê jî kir ku, di dema pîwerdarî de jê re pêşkêş kiriye û tekez li ser berdewamiya piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo herêma Kurdistan û Îraqê kir.
Dom kirina metirsiyên DIŞIê û liv û tevgerên DIŞIê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin