Serokê herêmê jî di merasîmê de amade bû.
Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêmê û hijmareke zêde ji rayedarên hikûmetê û xelkeke gelek zêde merasîmek bo bîranîna komkujiya Şingalê hate lidarxistin.
Di merasîma han de çend gotar û peyv derbarê komkujiya Şingalê û tawanên ku, terorîstên DIŞIê dijî Kurdên Êzidî kirine hatin pêşkêşkirin.
Di merasîma han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, genocide Êzdiyan li serdema niha ya cîhana serdem de birîneke gelek kûre ku, tevahiya mirovatî êşandiye.
Serokê herêma Kurdistanê ev yek anî ziman ku, hewldanên me bo ceza kirina tawanbaran berdewamin û em nawestin heta ku, tevahiya wan tawanbaran werin cezakirin.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime kesûkarên qurbaniyên komkujiyê bi awayeke hêja û di her warî de werin qerebûkirin.
Barzanî eşkere kir ku, îrade û xweteka Êzidiyan bo jiyanê çawe di demên derbasbûyî de bûye sedem ku, Êzidî ji tevahiya fermanan rizgar bibin vê vê carê jî bibe sedem ku, dubare dest bi jiyaneke nû û baştir bikin.
Serokê herêma Kurdistanê anî ziman ku, kêm kirina bandorên komkujiyê erkê herêma Kurdistanê, hikûmeta federalî û tevahiya cîhana serdeme. Lazime çarenivîsa wendahiyan were diyarîkirin û kesên refandî jî werin azadkirin û bo vê yekê heta yek êzidî mabe kar û hewlên tîmên me yên taybet bo dîtin û rizgarkirina wan berdewam dibin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî kir daku, bo normal kirina rewşa Şingalê û awedan kirina Şingalê, rêkeftina Şingalê cîhbicîh bikin û lazime Êzidî jî lazime biryara xwe bi azadî bidin û xwe mihtacê hêzên biyanî nekin.
di beşeke din ya gotara xwe de Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, lazime bo zanîna çawetiya parastina çand û ola Êzidatiyê lazime zanayên me lêkolînên zanistî yên berfire bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin