10 sal bi ser vê komkujiya han re derbas dibe.
Îro Tebaxa 2024an 10mîn salvegera komkujiya Şingal û derdorê ye ku, bi destê terorîstên DIŞIê pêk hatiye û di encam de hezaran Kurdên Êzidî hatin şehîdkirin û bi deh hezaran jî wenda û aware bûn û hîn jî çarenivîsa hijmareke zêde ji wan nediyare.
Beriya 10 salan di 3ê Tebaxê de terorîstên DIŞIê bi awayeke berfire êrîşeke hovane birin ser Kurdên Êzidî yên li Şingal û derdorê û komkujiyeke gelek hovane û mezin pêk anîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin