Bînayeke gelek mezin hatiye jinavbirin.
Li gor çapemeniya Sûrî çend kêlî beriya niha balefirên cengî yên Îsraîlê êrîşî ser bînayeke mezin li navçeya Seyide Zeyneb ya li başûrê Dîşmeşqê kirine.
Di encama êrîşa han de bînayeke gelek mezin ku, goman heye navenda komên çekdar bûbe hatine wêrankirin.
Navçeya Seyide Zeyneb weke kelha komên çekdar li Sûriyeyê tê nasîn.
Heta niha derbarê amarên kuştî û birîndarên vê êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn duhê jî Îsraîl êrîşî ser navçeya Dera kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin