Nêçîrvan Barzanî: Efal bo têk birina îradeya gelê Kurd bû

dibêje ti hêz nikare îradeya gelê Kurd têk bibe.
کوردستان TV
100%

Bo 41mîn salvegera enfal kirina Barzaniyan peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 41mîn salvegera enfal kirina Barzaniyan de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Îro di 41emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan de em 8 hezar mêr, kalemêr û ciwanên Barzanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku, ji 31ê Tîrmehê heta nîvê tebaxê sala 1983ê di operasyoneke hovane de, ji kampên neçarî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma Iraqê ya hîngê ve winda û komkujîkirin. Silav li giyanê wan be, em bejna xwe li hember wan ditewînin, silav ji kesûkar û malbatên wan ra.

Enfala Barzaniyan jî, wek hemû tawanên din yên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwazê ​​Kurdistanê bû, lê bû lekeyek reş bi eniya encamderan ve, tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê germtir û bi hêztir bû û bi cesarettir rûbirûyê zulm û dîktatoriyê bû.

Dayikên dilovan yên Barzanî û bi giştî Barzaniyan hemû êş û azar û encamên xirab yên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan rawestiyan. Wan karî zarokên xwe yên belengaz bi serbilindî perwerde û mezin bikin û nifşekî dilsoz û jêhatî perwerde bikin. Ez wan hemû dayik, jin û xwişkên birûmet yên ku di hemû êş û rewşên dijwar da dest jê bernedan silav dikim û destê wan maçî dikim.

Spas ji bo hemû kesên ku di wê dema dijwar da alîkariya lêqewimiyên Barzanî kirin. Xizmet û dilsoziya wan tu carî nayê ji bîr kirin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din yên gelê Kurdistanê wek jenosîd dê li ser asta navdewletî berdewam bin. Em tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê û tezmînata malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan dikin.

Silav ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

31.07.2024

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.